Îsraîl û Lubnanê li ser agirbestê li hev kirin: Şertê bêçekbûna Hîzbûllahê

Piştî hevdîtinên bi navbeynkariya DYE'yê Îsraîl û Lubnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kirin. Îsraîlê agirbest bi şertê bêçekkirina Hîzbûllahê ve girê da.

Li dû hevdîtinên du rojan ên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Îsraîl û Lubnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kirin.

Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtinan de hate ragihandin ku bicihanîna agirbestê bi rawestandina hemû êrişên Hîzbûllahê û vekişîna endamên rêxistinê ji herêmên li başûrê Çemê Litaniyê ve girêdayî ye.

Daxuyanî bi îmzeya hevpar a nûnerên DYE, Îsraîl û Lubnanê hate weşandin.

TÛRA NÛ YA MUZAKEREYÊ 22'Ê HEZÎRANÊ YE

Aliyan her wiha li hev kirin ku ji bo çareseriyeke mayinde di 22'ê Hezîranê de tûreke din a muzakereyan pêk bînin.

Di daxuniya hevpar de hate ragihandin ku armanc ji hevdîtinan "xwegihandina li peymaneke berfireh e" û hate gotin, ji bo pêkhatina aramiya demdirêj a li herêmê hewldanên dîplomatîk wê dewam bikin.

ÎSRAÎLÊ ŞERTÊ HÎZBÛLLAHÊ DANÎ PÊŞ

Di metna hevpar a piştî hevdîtinên li Washingtonê hate weşandin, cih ji pozîsyona Îsraîlê re jî hate dayin.

Aliyê Îsraîlê îdîa kir ku ewlehiya welatê wan û yekparebûna xakê tenê bi bêçekkirina Hîzbûllahê û belavkirina binesaziya wê ya leşkerî ya li tevahiya Lubnanê dibe. Her wiha ji bo xwegihandina li çareseriyê işaret bi girîngiya dewamiya muzakereyên yekser ên bi lîderiya DYE'yê hate kirin.

LI GEL AGIRBESTÊ JÎ ÊRIŞAN DEWAM KIRIN

Li gel danûstandinên dîplomatîk êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (ANI) diyar kir ku li herêma Zebdin a li wîlayeta Nebatiye ya li başûrê welêt, di êrişa Îsraîlê de ambûlansek bû hedef.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di êrişê de wezîfedarekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê her wiha diyar kir ku di êrişên 24 saetên dawî de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan, 97 kes jî birîndar bûn.